Şopandin / tacîz çi ye?
Wateya şopandinê / tacîzê çavdêrîkirin, têkilîdanîn, şopandin, bipeyketin û acizkirina kesekê/kesekî ya zêde caran bi domdarî ye. Ev li dijî vîna kesa/kesê tê şopandin/ tê tacîzkirin e. Kesên sûcdar bi piranî kesên ji derdorê (hevjînê berê, hevjîna berê) ne lê belê kesên nenas in jî.
Wek mînak: Gelek caran şandina SMSan, mailan û peyamên din, libendemayîna li ciyê kar an li ber malê bi awayê kemîndanînê, acizkirina li ser telefonê, şandina diyariyên nayên xwestin, pirskirinên li derdora wê kesê/wî kesî.
Şopandin (tacîzkirin-Stalking) dikare xisarên bedenî û derînî bide tenduristiya qurbaniyan.