Ziman

Hûn hatine Basel-Stadt û hûn hîn bi almanî nizanin? Wê demê, divê heta ji dest we tê bi lez almanî hîn bibin. Gava hûn karibin ziman biaxivin, hûnê welêt û mirovan çêtir nas bikin. Û hûnê hêsantir karekî bibînin.

Almaniya standart / almaniya Swîsreyê

Li Swîsreyê çar zimanên welêt hene: Almanî, Fransî, Îtalî û Retoromanî. Li kantona Basel-Stadt almanî zimanê fermî ye. Almaniya bilind û almaniya Swîsreyê heye.

  • Almaniya standart (Standartdeutsch)
    Mirovên li Swîsreya almnaîaxêv bi almaniya standart dinivîsin. Û ew li xwendegehê û qismî li radyo û televizyonan bi almaniya standart diaxivin.
  • Almaniya Swîsreyê (Schweizerdeutsch)
    Almaniya Swîsreyê zaravayeke zimanê almanî ye. Mirov di jiyana rojane de piranî bi almaniya Swîsreyê diaxivin. Dibe ku fêmkirina almaniya Swîsreyê tevî hûn baş bi almanî diaxivin jî, ji bo we zehmet be. Hûn hin tiştan fêhm nakin? Wê demê hûn dikarin ji mirovan bixwazin, ku ew bi we re bi almaniya standart biaxivin. Hûn bi xwe ne mecbûr in bi almaniya Swîsreyê biaxivin. Lê girîng e, ku hûn piştî demekê êdî fêhm bikin.

Almanî û zarok

Zaroka we bi zimanekî ji almanî cudatir diaxive? Wê demê, bila heta ji dest were bi lez zarokên almanîaxêv nas bike. Bi vê riyê wê zaroka we bileztir hîn bibe. Wek mînak ew dikare biçe nav komeke lîstinê. Wekî din jî derfetên taybetî yên ji bo dêûbav û zarokan hene.

Zaroka we hîn almanî naaxive yan kêm diaxive? Wê demê, divê zaroka we herî dereng salek berî baxçê zarokan hînî almanî bibe. Emê berî baxçê zarokan bi 18 mehan bi nameyekê we agahdar bikin. Ev derfet wek mînak ji bo van tiştan e:

  • Koma lîstinê, ya bi hîndekariya almanî
  • Navenda lênêrîna rojane (Kita) ya bi almanî tê axavtin
  • Malbata rojane (Tagesfamilie)

Hûn dikarin ji bo bipêşdebirina zimên jî alîkariya zaroka xwe bikin. Bi zaroka xwe re pir biaxivin, li zaroka xwe guhdarî bikin û ji zaroka xwe re çîrokan bibêjin. Bi zimanê hûn herî baş dizanin û herî zêde li ber dilê we şêrîn e, biaxivin.

Werger û xizmeta wergerî (tercumanî)

Hûn nû hatine Baselê û hîn bi almanî baş naaxivin? Wê demê carinan pêdiviya we bi miroveke, mirovekî ji we re wergerê bike heye. Dibe ku hûn karibin ji xizmên xwe yan nasên xwe bipirsin.

Lê hinek axavtin zehmet an jî pir taybetî ne. Wek mînak qewlekî (randevû-termin) li nexweşxaneyê yan jî li ba rayedaran (memûran). Wê demê dibe ku xwestina wergereke navçandî, ji bo we çêtir be. Ew pisporên beşa xwe ne û bi taybetî ji bo kesên ji çandeke din tên wergeriyê dikin. Ew kesên pispor çanda we nas dikin û dikarin wiha wergerê bikin, ku hûn tevî fêhm bikin.

Ji saziyan nameyek ji we re hat û hûn qet jê fêhm nakin? Yan jî, divê hûn formekê dagirin an nameyekê binivîsin? Ev der alîkariyê dide we:

  • Xizmeta wergeriyê ya GGG Migration

Di zagona koçberî û ya hemwelatiyê de astên zimên

Dibe ku hûn destûrnameya mayînê (B) yan jî destûrnameya mayîna bêdawî (C) daxwaz bikin. An jî hûn dixwazin serî li stendina mafê hemwelatîbûnê bidin? Almanî ne zimanê we yê yekem e? Wê demê, divê hûn nîşaneyekê pêşkêş bikin, ku hûn bi almanî baş diaxivin.

Li vê derê agahiyên pêwîst ên ji bo serlêdanekê hene:

  • Saziya koçberiyê (Migrationsamt)