Dêûbavbûn û malbat

Zaroka kê hebe, ew li Swîsreyê alîkariya fînansî ya ji bo zarokê û ji bo perwerdeyê distîne. Mafê dayikên kar dikin heye, ku ew bi çêbûna zarokê re herî kêm 14 hefteyan bînvedana dayikbûnê ya heqê wê tê dayîn bikin.

Alîkariya diravî ya dayikbûnê

Jinên gava zarok ji wan re çêdibe kar dikin, mafê wan ê bînvedana dayikbûnê (Mutterschaftsurlaub) ya 14 hefteyan a heqê wê were dayîn heye. Di vê demê de, wê herî kêm ji sedî 80 mehaneya wan were dayîn. Divê jinên bêkar an yên nikarin kar bikin serî li fona tezmînatê bidin, bê mafê wan ê stendina alîkariyê heye. Li vê derê rêzgirên taybetî hene, ku dayik piştî çêbûna zarokê di heşt hefteyên pêşîn de nabe kar bikin (parastina dayikê, Mutterschutz).

Bînvedana bavikbûnê

Mafê bavan heye, piştî çêbûna zarokê du hefteyan bînvedana bavikbûnê (Vaterschaftsurlaub) ya heqê wê were dayîn bistînin. Berûvajî bînvedana dayikbûnê, bînvedana bavikbûnê guherbar e: mirov dikare vê bînvedanê bi carekê re yan jî roj bi roj bistîne. Lê belê ev yek tenê di nav şeş mehên piştî çêbûna zarokê de pêkan e.

Alîkariya malbatî / Tezmînata malbatî

Kesên xwedîzarok wê bi tezmînata malbatî (Familienzulagen) alîkariya fînansî bistînin. Ev yek wê ji bo zarokên heta 16 saliya xwe wek tezmînata zarokê û ji bo ciwanên xwendekar ên heta 25 saliya xwe wek tezmînata xwendinê were dayîn. Hemû dêûbavên kar dikin (yên serbixwe dixebitin jî), an jî dêûbavên kar nakin an kêm pere distînin tev ji vê tezmînatê distînin. Tezmînata kesên kar dikin, tevî mûçeyê wan bi mehaneya wan re tê dayîn. Agahiyên zêdetir ên li ser tezmînata malbatî karsaz û ciyên ewlekariya civakî didin. Çiqasbûna tezmînata malbatî li gor kantonan tê guhertin.

Tibaba alîkariya kirêya malbatî

Malbatên hindik pere bi dest wan dikevin, di bin hin şertên diyar de, dikarin ji bo kirêya xaniyê xwe tibabeke alîkariyê bixwazin (Familienmietzinsbeiträge). Çiqasbûna tibaba wek alîkarî were dayîn, girêdayî hatineya diravî ya malbatê, maldariya heye û bilindbûna kirê ye.