Sîgorteya bêkariyê
Sîgorteya bêkariyê (ALV) saziyeke dewletê ye û ji bo hemû kesên di karekî de bi cî bûne pêwîstî ye. Tibaba her meh were dayîn rasterast ji mehaneyê, mûçeyê tê qutkirin û karsaz nîvê wê digire ser xwe. Kesên serbixwe kar dikin, nikarin xwe li ba sîgorteya bêkariyê bidin sîgortekirin. Kî bê kar bimîne, ji qaseya bêkariyê mehaneyeke alîkar distîne (Pereyê bêkariyê). Bê kengî û çiqas zêde pereyê bêkariyê (Arbeitslosengeld) wê were dayîn, girêdayî faktorên cihêreng e. Wek mînak, mirov demeke çiqasî dirêj xebitiye yan ji ber çi sedemê bêkar maye.