Sîgorteya tenduristiyê / Sîgorteya bingehîn
Divê hemû nişteciyên li Swîsreyê bi xwe sîgorteyeke nexweşiyê (Sîgorteya bingehîn, Grundversicherung) bidin çêkirin. Kî were Swîsreyê ji bo vê sê meh dema xwe heye. Ger mirov di van sê mehan de nexweş bikeve, mesref wê bi awayê paş de werin hesapkirin. Sîgorteya bingehîn ji aliyê jimareke zêde yên şîrketên sîgorteya nexweşiyê (Krankenkassen) yên taybetî ve tên pêşkêşkirin. Hilbijartina şîrketa sîgortaya nexweşiyê azad e. Divê ev şîrketên sîgorteya nexweşiyê hemû kesên li Swîsreyê dimînin qeyd bikin. Kesên tên sîgortekirin tibabeke (prîmeke) mehane didin. Ev tibab (prîm) li gor şîrketa sîgorteya nexweşiyê û modela sîgorteyê bilind dibe, ji bo wê, divê mirov derfetên ew pêşkêş dikin bide ber hev. Mirov dikare şîrketa sîgorteya nexweşiyê herwiha heta dawiya mijdarê ji bo sala bê biguherîne. Sîgorteya bingehîn ne tenê mesrefên gava mirov nexweş bikeve dide, ew ji bo ducanîbûn û zarokanînê jî dide. Xizmetên wan bi zagonê hatine diyarkirin.
Baldarî: Mesrefên tedawiya diranan an berçavkan bi gelemperî, divê bi xwe bidin an jî di ser sîgorteyeke alîkar a dildarî re were hesapkirin.